Nadine Maenza: Parastina hindikahiyan li Sûriyê girînge

Nadine Maenza: Parastina hindikahiyan li Sûriyê girînge

Seroka berê ya Komîteya Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê (Nadine Maenza) bang li Amerîkayê kir ku çavdêriya pêkanîna rêkeftinê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta Sûriyê bike û cezayên lezgîn ferz bike eger binpêkirinek çêbibe.

Maenza tekez kir ku parastina rêveberiya herêmî û ewlehiya herêmî ji bo parastina hindikahiyan girîng e.

Wê tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê li dijî DAIŞ'ê de zêdetirî 11,000 şehîd feda kirine.

 Diyar kir ku QSD modeleke rêveberiyê ya berfireh ji bo hindikahiyan ava kiriye ku yekrêziya civakî xurt dike, û destnîşan kir ku nîvê rêberiya rêveberiya xweser jin in.

Nadine Maenza di dirêjahiya axiftina xwe de, hişyarî da ku herêmên QSD bûne stargeheke ewle ji bo kêmneteweyên olî û jinan, lê îro ew bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ne.

Xelat