Bafil Talebanî: Em girêdayî parastina maf û çanda resen a êzidiyanin
Bafil Celal Talebanî Serokê YNK`ê bi boneya cejna rojiyê ya Êzî pîrozbahiyê li xwîşk û birayên Êzdî dike û radighîne: "Em pabendîn bi parastina mafên we."
Eve jî naveroka peyamê ye…..
"Bi boneya Cejna Rojiyên Êzî ji dil pîrozbahiyeke germ li xwîşk û birayên Êzidî dikim, hêvî dikim hûn vê cejnê di atmosfereke aram û ewle de bi xweşî derbas bikin.
Xwîşk û birayên êzidî di nava çend salên derbasbûyî de bi rewşeke dijwar re derbas bûn daku bigehîn mafên xwe, bi wê sedemê ez di vê boneyê de dubare dikim ku em girêdayî parastina maf û çanda resen a êzidiyan in û em ê hevkar û piştevanê wan ji bo xortkirina ruhê biratî û bihevrejiyana navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê bin.
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê dê berdewam be di piştgîrî û bicihanîna daxwaziyên xwîşk û birayên êzidî de, em hêvî dikin hemû alî bi berpirsyarî nêzî rewşa Şingalê bibin û ji bo avakirina Şingal û vegera koçberan ji bo warê wan kar bikin.
YNK dê hertim ji bo bidestxistina daxwazî û dawîhatina êş û nexweşiyan bi we re be.
Her di xweşiyê de bin."
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
XELAT