Mekteba Siyasiya YNK: Pêdagîriya Fraksiyona YNKê di berjewendiya Kurdistanê de ye

Mekteba Siyasiya YNK: Pêdagîriya Fraksiyona YNKê di berjewendiya Kurdistanê de ye

Mekteba Siyasî ya (YNKê) di peyamekê de pîrozbahî li Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê kir, piştî pesendkirina pêşniyara frakisyonê ji bo giringîdana bi mûçeyê fermanberan û xizmetkirina parêzgehan di projeyasaya bûdceya Êraqê de.

Mekteba Siyasî ya aşkira jî kir ku hemahengî û îsrara wêrek ya fraksiyona YNKê di gotûbêjên li encûmena nûneran ya Êraqê de bûye cihê dilxweşiya xelkê Silêmanî, Helebçe, Germian û Raperînê.

Ji aliyê xwe ve serokê tîma danûstandinê ya YNK`ê li Bexda Xalid Şiwanî ragihand, madeya 14 ya di reşnivîsa bûdceyê de bi dilê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK`ê) hatiye pesend kirin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK`ê) jê nerazî bûye.

Bi gotina Xalid Şiwanî, li gorî madeya 14`ê,  Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend dibe bi pêdana mûçeyê fermanberan û xanenişînên Herêma Kurdistanê û xerckirina şayîsteyên veberhênanê ya Parêzgehan li gorî wê yasayê. Her weha ew pareyê ji aliyê Bexda bo Herêma Kurdistanê tê şandin bi wekhevî û dadwerî were dabeş kirin.