Dil kavil bû ye?

Dil kavil bû ye?

Helbest: Hasan Kordede

 

Dil kavil bû ye?

Kelha dilê min şe'etî

Bi yek carî kavil bû ye

Vîna min û te feritî

Benê me tev xavil bû ye..

Ew bavê te qaşo miriv

Îroj nezan cahil bû ye

Ciwanî ya ku pesinî

Ji nişka ew kahil bû ye..

Hestên ku vîn pê meyandî

Dibînim tew baqil bû ye

Ji vî alî ji wî alî

Birîna min qaqil bû ye..

Bêçar bese nelorîn e

Dil ji yarê xafil bû ye

Di wargeha wê vînê da

Dinya bi te sahil bû ye..

 

03/05/2024-Serzorî

XELAT