DÊMÊ QAHWERENGÎ
Helbestvan: Siltana Memê
Ji demsalan dipirsim bo, halê te,
Bersiva wan - bêdengî ye, nabhêm ez,
Belkî bûme derd, birîn li dilê te,
Kî bêje min, bizanibim, dûrim ez.
Zerya dilêm, tev li hev ket, kûr nalya,
Hêvî, hesret, mîna min man, tev stuxwar,
Fûr da dêmê qahwerengî û kelya,
Hêsir xemgîn, ser sûreta hatin xwar.
Di nava her şevên teye bextewar,
Xwe veşêrim, kezî-gulyên hîvê da,
Xеwa şîrin, xewnê bibim bendewar,
Beta vebim, kewê sibê, tevê da.
Felek - şayîr, dilêm xwe ra kir lênûsk
Navê te wê, nivîsî bi êşa zor,
Li ruhê min veda mîna birq-birûsk,
Ne hîştim sax, ne jî kuştim, kirim kor.
Berdewam bû, jîyana bê miraz, bext,
Şev û rojan, dan pesnê merd, girtin şert,
Wê vehûne, biafrîne, li ser text,
Helbestvanê, evîndara fikrên sert.
18.09.2025s.
Xelat
