RIM LI MIN DA RAST Û ÇEP
Helbest: Abdurrahim Înanç
Bisk bi têlê kûfî kêlê rim li min da ras û çep
Bê bedêlê can nehêlê rim li min da rast û çep
Bê mîsalê xweş hevalê ya kirim sewda li xalê
Bûm giriftarê cemalê rim li min da rast û çep
Cebheta xal lê numayî ebru heyva nu hilayî
Ya ji ber wê dîn nemayî rim li min da rast û çep
Dêm ji rengê erxewanê gunce leb mircan didanê
Em birîn halê yemanê rim li min da rast û çep
Sur şirînê xemrevînê nêrgiza mirga heşînê
Herdema hatîm çinînê rim li min da rast û çep
Herdu bisk mîna du dalan tim dibûn hîcab li xalan
Wan ji min dil bir bi talan rim li min da rast û çep
Kar xezala baxê mîra hem keça şah û wezîra
Şu’le da herwek nedîra rim li min da rast û çep
Dêm hinarê xweş kubarê bejn û bal mîna çinarê
Ya ji ber nakim hedarê rim li min da rast û çep
Pehlewanê her rewanê çîçeka tirha ciwanê
Wê birîn halê yemanê rim li min da rast û çep
Dilbera qesra li jorî wê qirik mircan û mor î
“Behmûrî” heyran û gorî rim li min da rast û çep
22/05/2024
XELAT