Bihna Bermayî...Ehmed Mistefa
Hîn di destê min de
Bihnxweşiya te ma ye..
Agirê hesretê û şoreşa evînê
Gurr dike..
Zelalbûna bihna te
Pênûsê min giyandar kir
Helbestan bi rih dike..
Û ticarî tîpên wê bi dawî nabin...
Li ser laşê min bihna te difûre..
Dimeşe di henase û cên de
Û di damaran de dadirive ..
Awazekê dihêle li ser dil
Û bi dengvedanekê şiyar dike..
Agirê hesretê pê dixe..
Tariya şevê ronî dike
Bayê evînê hembêz dike
Bihna bermayî
Di destê min de dimîne
Tariya şevên lal
Tu ronahî dikî
Di sîngê min de
Dergehekê vedike..
Ji ber vê yekê
Êşên min zuha dibin..
Û di rihê xerîbiyê de
Winda dimînim
Û ez wan rojên windakirî
Şermezar dikim..
Şermezar dikim..
Şermezar dikim..
Helbest: Ehmed Mistefa
1.6.2023