Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan li Qamişlo birêveçû

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan li Qamişlo birêveçû

Li Bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, roja 29/03/2024 encamên 4'emîn Pêşbirka Helbestên Kurdî ya Ciwanan hatin aşkira kirin û 3`ê helbestvanên ciwan hatine xelat kirin. Her wiha dê di demeke kurt de bi ahengeke taybet xelat bên belavkirin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên 4'emîn Pêşbirka Helbestên Kurdî a Ciwanan aşkira kir û eve jî naveroka daxuyaniyê ye:

"Di 1`ê meha 1`ê sala 2024ê de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), bo cara çaremîn lidarxistina (Pêşbirka helbesta Kurdî Ya Ciwanan a Sala 2024ê)ragihand û bi awayekî berfireh di rêyên cûrbecur re mercên beşdariya pêşbirkê bo ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Di pêşbirka îsal de, 36 ciwan, hema hema ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn, ji wan 20 jin in û 16 xort in.

36 ciwanên vî welatî ku bîr û bîrdanka wan bi peyv û wate û çêja kurmanciyê hatine strandin. Ciwanên ku giyanê wan bi şîn û şahiyên erdnîgariya Rojavayê re pijiyaye. Ciwanên ku têra xwe ji pêsîra mîrateya çand û wêjeya kurdî, hestên nazik û hevokên bedew û xeyalên bilind mêtine.  Van ciwanan 36 helbestên weke ciwaniya xwe bedew û nazik pêkêkşî pêşbirkê kirin. Helbestên hêjayî xewn û xeyalên vî welatî, hêjayî wêje û peyva kurmancî ya resen pêşkêş kirin.

Piştî xwendin û têramandin û hewldanên JÛRIYÊ yên ji dil û can da ku bikaribe helbestirîn helbest ji boyî xelatan hilbijêre û piştî berhevkirina encamên her endamekî jûriyê û nêrînên hevpar û hevbeş di hilbijartinan de, encamnameya pêşbirkê wisa encam da:

Helbesta asta yekem, Mefer ji te tune ye ya Diyala Elî ye.

Helbesta duyem, Beza Ber Bi Azadiyê Ve ya Mîdya Berekat e.

Helbesta sêyem,  "Min tenê bihêlin li vî bajarî" ya Sewsen Şêx Bekir e.

Em serkeftin û berdewamiya afirandin û dahênan û gera li asoyên nû û teze û roj li pey rojê gurkirina hestên derbirîna Kurmanciyê û zeftkirina alavên rasteqîne yên xeyal û nîgaşên Kurdiyê  ji hemû beşdaran re dixwazin, bi hêviya ku hemû aliyên peywendîdar li ciwanên Kurd xwedî derkevin û hewldanên wan ên nivîsandinê binirxînin û piştgiriya wan bikin-

JÛRÎ ya Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan a sala 2024ê: Merwa Birîm- Merwan Berekat- Stêrê Çelo- Kemal Necim- Ehmedê Huseynî."

XELAT