SEYDAYÊ XANÎ GEWHER Û MIRCANÎ
Helbestvan: Baqî Berûkî
Hela guhbidin evî dil ciwanî
Ca em bikin behsa seydayê "Xanî"
"Xanî" Welleh tu ji bo me xweş xanî
"Ehmedî" zêr û gewher û mircanî
Sê sed û pêncîh sal çûn ji dewranê
Feylesofek hebû li Kurdistanê
Çi cewher bû ew navê şîrîn "Ehmed"
Nav û dengê te dê bijîn ta ebed
Li Cihanê deng da bi Mem û Zînê
Ew bû sembola eşq û hem evînê
Hem textê Beko ewanan hilweşand
Şahkarek bêhempa bo me afirand
"Nûbiharek" afirand l'gulistanê
Gul vebûn li medresên Kurdistanê
Ew bihara gul û çîçek û nêrgiz
Bi elfazên wekî şekirê qûrmiz
Ji Serhedê ta Hekkar û hem Bohtan
Ders û dewr bû ji bo biçûkên Kurdan
Ne ji bo xwedî text û xwedî taca
Bi wî rewşen bûn zarokên kurmanca
"Eqîda Îmanê" manzumek melîh
Bi wan gotin û lefzên xweş û fesîh
Hem qaêm dikir bawerî û Îman
Bi wî ronî dibûm pîr û hem ciwan
Xetîbek aşiqê zimanê Kurdî
Bi zarê xwe dinivîsî bi merdî
Tevger bû ji bo Kurd û Kurdistanê
Haydar bû ji rêç û rewşa Cihanê
Gilî û gazind bo mîr û emîra
"Ma çi tawane feqîr û şa'ira"
Hawar û gazî dikir bo tifaqê
Bes nabe bi temerrud û nifaqê.
Sêrt.
XELAT
