Va min got: Tu bibhîz?

Va min got: Tu bibhîz?

Helbestvan: Hasan Kordede

Kur û bav û dê û qîz

Dewê meşkê rûnê hîz

Ce'inî ber mak da lîz

Dem û dewran kin vîzvîz..

Mi niviştek çîz û vîz

Awaz vane de bibhîz

Şîr meyandin qetremîz

J'sîpan ta evdulezîz..

Warê meyî pak temîz

Ji bagokê hat delîz

Mar li dor min vîze vîz

Ezê pêşkim bi balqîz..

Bira ewe dê da dîz

Ne hêsane dengê çîz

Bayê tofan vîze vîz

Kurdo!l'zevî pîze pîz..

 

29/03/2024-Serzorî

 ***********

Vîxan ji bo kê ye?

 

Av diherikê bend nagirê

Bê ar bi tişte kî namirê

Çira rastî yê venamirê

Aşitî li şûn xwe digerê..

Kole nabêje ez koleme

Her dipesine li ser xweme

Ez jî şahê vê rîya xwe me

Zane ku nîr li stû digerê..

 

Dengê dirust li ezman vedeng

Kê peyda kirî ev şer û ceng

Dinya fireh li me kirî teng

Ev dîlana bo kê digerê..

 

Qence pirin ji hev belane

Turind dikine terş talane

Bo kê dikim evî vîxane

Dengê min çû lê kes nagirê..

 

31/03/2024-Serzorî

**********

Lawê makê?

  

Lawê makê ketne bin

Qebûl nakin şertê min

Hêdî      bese      koletî

Duh li te bû îroj l'min..

Firtoneyek derxistin

Şaredarî bin xistin

Ew bi dar û kulmistin

Hew fikr û ramanê min..

Gelo bese rabe pê

Carek tu ji bo xwedê

Wê bê bav dev zû berdê

Derfet nede dest dijmin..

Va ji bo te hat eyam

Te tu zû derkeve dam

Sist neke li wan bilam

Bide serî taca min..

Hêl û hopa rê nede

Dev ji dozê bernede

Bo hev tu serî hilde

Bike der dost ji dijmim..

Ew tirsok û çivoke

Fen û fût xapînoke

Hilfirîn wek pîvoke

Wê zû herê ji ser min..

Tu rastî yê ber nede

Ji dîlok û serhede

Ji sêrtê ta amede

Hevre rabin dilê min..

 

03/04/2024-Serzorî

 

XELAT