Ber çavan tu zeytûna Efrînî ye
Helbest: HEMÛDÊ EBDO
Ber çavan tu zeytûna Efrînî ye
Çav hungivê, Tiriyê wî reziye..
Hiş û aqil bi Carekê ji mi biriye..
Dil jê re her şev dikê çiftedilye..
Di xewna şevan de min diye..
Nizanim xezal e, nizanim periye..
Ji lêvan kanîya hungiv herikiye..
Por ser mil, qurban canê spiye..
Sîng û ber ermîtên nerm nûgijtiye..
Mîna konên me koçberan vegirtiye..
Lêv sûnciq e, Xunavê lê girtiye..
Qerciyê ev husin te ji kuderê aniye..??
Ji nû ve rih bi dilê mirî aniye
Sekoya Kurmancçî