Li Birîtanya xwendekarên zimanê kurdî hatin xelatkirin

Li Birîtanya xwendekarên zimanê kurdî hatin xelatkirin

Komela Kurdên Rojava di roja Yekşemê li bajarê Glasgow a Birîtaniya ahengek bi boneya cejna qurbanê û derçûna xwendekarên zimanê kurdî bi beşdariya revenda Kurdên Rojava li Skotlanda lidarxist.

Di wê ahengê de, Salih Mamo gotina Komelê pêşkêş kir û di gotina xwe de piştgiriya komelê ji bo Konfiransa Yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî ragihand. Di beşekî din yî axaftina xwe de bal kişande ser kar û çalakiyên komelê di demên borî de û tekezî li girirînîpêdana ziman û çanda kurdî û parastina civaka kurd li Birîtanya kir.

Piştre bawername li Xwendekaran hatin belavekirin û ew hatin xelatkirin. Herwiha li dawiyê Komela Kurdên Rojava Mamoste û rahênerên Mûzîk û hûnerê jî xelat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku dû xulên zimanî kurdî hatinbûn bi dawî kirin, yek li Glasgow û yek li Dendee û hejmara xwendekarên derçûyî di herdû xuleyan de 22 xwendekar bûn.

XELAT