Du Helbest Ji Hasan Kordede
Helbest: Hasan Kordede
Yar nayête dest bi lava?
Tu mi nabînî bi çavê xwe
Tu mi nakî hindirê dilê xwe
De tu min bike kil bo çavê xwe
Mizgînê bide dê û bavê xwe..
Mizgîna çi kuro tu dil germî
Te kenê min dît bi rûkê nermî
Ew bi xwe bin hestî û ser çermî
De were pesna xwe bide b'fermî..
Keçê ma dil çi zanê bil eşqê
Gava ku hez ke guh nade şewqê
Wek ca'inî yê xam zû diterqê
De tu hefsarke dema bişeqê..
Ez ne seyisim nizanim ce'inî
Qey tu wek dîna bi hiş dikenî
De bese derkev ji wî fût fenî
Dil bi xwe wek bîra kûr bê binî..
Benê te xave di bîr wer kirim
Bi saxî girtim nişka dimirim
Ber daxa vînê wek bêçar kirim
Rêka wenda bû ez pêde birim..
Dîno eve vîn rêka bê dawî
Wek rêk wenda be tîna bixawî
Mînanî saxlem nişka bî bawî
Agirê gurre sotî b'alawî..
Sohtim te ez bi agrê çava
Xapandim dînê her dem û gava
Bese dikêşim jînê bi lava
Carek ronîke wek heyv û tava..
Kuro bi lava yar nayête dest
Xebat girînge gava dil kî qest
Ez li benda te her dijîm sermest
Bese gotinan tu bikî helbest..
26/05/2024-Serzorî
Wêne Fewzi Bilge
------------------------------------------------
Wek te nînin melek?
Ez gerîyam roj û şev
Sal bihurîn şêst û yek
Erd û ezman tev da hev
Nedîn wek te çav belek..
Nedîn wek te xumarî
Pir nazik û kubarî
Tu ji ber çavan tew narî
Em ketin tora felek..
Em ketin gêjgerîn kê
Xapandîne zivîn kê
Bila dewran bi vîn kê
Çerx û dolapên melek..
Di deryan te wer kirim
Ne vejîyam ne mirim
Ez nikarim vegerim
Ne gemîme ne kelek..
Ne bahoz û tofanim
Wek pilingê çîyanim
Aşiqê kurdistanim
Dem û dewran bê henek..
Dem û dewran bihurîn
Çirên rastî temirîn
Beko ewan gemirîn
Bi serketin ên çilek..
Dijmin çendî hovane
Geh şûre geh îmane
Fen û fût û dewrane
Ser qeter bûne kulek..
Meya kirne bazare
Sermîyan bûn etare
Bûm kirine simsare
Heyfa kezyên bi xelek..
Bêçarim ji van derdan
Min hestê xwe tê berdan
Dinya fanî tê werdan
Hişyar nebûn hîn gelek..
25/05/2024-Serzorî
XELAT