DÎLBER
Helbest: Mihemed Gulspî
De Ka were,lê dilber ê
Kemera piştê,zêrê zer ê
Ji canê min,xwïn dihere
Kanî ew soza teyî berê
Dîlbera min,pir xweşik e
Bêjim zirav,ew tirhik e
Ziman şêrîn ba min dike
Xerakir mala wan lawêke
Dîlbera min,ya nazenîn
Li seherê xweşe evîn
Ramusanek,gelek şêrîn
Wek hûngûvê,şehnê bı bîn
Dîlber bes tû,min bı helîn
Ka em çêkin bite,hêlîn
Çar heb,xortê nav şêrîn
Li Kurdîstan,li fereşîn
Sîngê TE Kovara dînê
Du kewê gozel,li dixwînê
Navê min, li ser datîn ê
Du kanîne, ew didin jînê
Dîlber,berfu baran dibare
Wer nav,cîha gelek sara
Evîn xweşe,çar demsala
Evîn,raste ne xeyala?
Dîlber,porê te reş çar Kezîne
Bı du livan nav birjîne
Qeşa ser dil bı helîne
Wer em çikin du hêlîna
1*10*2025*
Xelat
