NEXWEZE DIL

NEXWEZE DIL

Helbestvan: Seyrana Celad

NEXWEZE  DIL                  

Evîna har carek bêje,

Kela dilê xwe birêje,

Ez bûme wek kerr û gêje,

Gelo ji min çi dixwezî ?

Bese êdî lal û bê deng,

Mede mirûz, xemgîn betreng,

Bikene eşq bi şox û şeng,

Wê rebenê çi dixwezî ?

Xemla agir min alandye,

Alava gurr ruh şidandye,

Hiş û sewda tev firandye,

Wê kesûkê çi dixwezî ?

Bîne ziman armanc, xwestek,

Miyaserke hema nêtek,

Ezim çare te ra hertek,

Wê pepûkê çi dixwezî ?

Destûr didim daxwez ke jîn,

Fedakar bim mînanî Zîn,

Bê te mirin min ra berbîn,

Emirê şîrîn tu bixweze.

Hebûna min li te terxan,

Qurban bike çawa berxan,

Êcizim ji bext û çerxan,

Ruhê betin tu bixweze.

Bedew, nazik xas xatûne,

Çevên belek ça zeytûne,

Lêvên mijmijk efletûne,

Ronî û maç tu bixweze.

Qirara min rêbaz û doz,

Bixweze tu nirxên pîroz,

Gişk dîyarkim didme te soz,

Reca dikim dil nexweze.

“Nexweze dil reca dikim,

Bihêle ku te hez bikim”.

Xelat