Sîwan î tu

Sîwan î tu

Helbestvan: Şêrîn Ebdo

Sîwan î tu, 
li bin barana biyaniyê keziyên hezkirina min şil nabin..
Eger dilopek baran be jî, hest melevan in..
Li bin çengên evîna te, 
gupikên hizirê vedibin..
Tu ew perwane yî, 
li ser dêmên eşqa  min î..
Rêwiyo, sibeh
destên xwe ji te re vedike, 
li şarê tiliyên rojê perwazan dide..
Buhar î tu, 
di hembêza jiyana te de gul im,
di çavên peyvên te de bişkovên hestan dilûsin..
Çavê peyvê li dûv awirên te dibeze û pênc tiliyên rewan li nav porê hestê semayê dikin..
Hevrîşma dilê te hezkirina min dilorîne..
Di landika perestiyê de hişyariya min dixemilîne..
Ji te re me, 
bayê azadiyê li hebûna min bide..
Bi te re me, di dilê te de ala evînê liba dibe..
Bi te re me, li ser sînga te "ji te hez dikim" hildiperike.. 
Bi te re me, sînga hêviyê dibe hêlîn û çivîkên hiş tê de difirînim..
Were evînê were..
Baskên bîrîkirinê li hev bixîne..
Di asoyê dilovaniyê de, 
bi aramî xwe radestî ronahiya hêviyê bike..
Were, wek henaseyekê sînga min mest bike..
Were, wek germa havînê ko hejîran şîrîn dike.. 
Were, awirên hinerbaz şanî bayê bîranînan bike..
Vê carê jî were, 
ji mêj ve di hizira min de tu hebûn û tu pişpişoka rojgara min î...

03.07.2023

Sekoya Kurmancî