Mihemed Bîlal rolek diyar di pêşxistina folklora Kurdî hebû

Mihemed Bîlal rolek diyar di pêşxistina folklora Kurdî hebû

Hunermend Mihemed Bîlal ku bi (Mihemed Bilik) jî dihate bang kirin roja 25/6/2024`an çû ber dilovaniya xwedê.

Hunermend Mihemed Bîlal hem di warê dengbêjiyê de û hem jî di warê govendê de li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi nav û bang bû û dilê xelkê şa dikir. Her weha xwedî dengekî xweş û zelal bû. Her weha di pêşxistina çand û folklora Kurdî de xwedî roleke sereke û bingehîn bû li herêma Efrînê.

Mihemed Bîlal di sala 1966’an de di nava malbateke kurdperwer de li gundê Berbenê ya navçeya Raco ya Efrînê li dayîk dibe di xortaniya xwe de mijûlî karên hunerî dibe û dibe endamê saziya çand û hunerê.

Hunermend Mihemed Bîlal roja 25’ê hezîranê 2024’an ji ber nexweşiyeke giran, li nexweşxaneyên bajarê Helebê koça dawiyê dike. 

XELAT