Bûm wek kalê pirpirî?

Bûm wek kalê pirpirî?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

Bûm wek kalê pirpirî?

Bendî te mam dil heyirî

Jiyan ji min çû beyirî

Ez ketme tora dîlberê

Çav man bi hêstir û girî

Wer mam bi ahû kesera

Şev neşînim find û çira

Jiyan weha çû'b girgira

Vîna te'l min bû wek xurî

Vîna te va ez kal kirim

Bi hesretê çûm bimirim

Nema dikarim hilgirim

Cima li min tu jînbirî

Kuda herim qe cih nema

Bûm derî yê kul û xema

Dost û heval kesek nema

Ez bûm wek kalê pirpirî

 

12/08/2025-Kobanî

XELAT