Şemala nar û nûr tu yî

Şemala nar û nûr tu yî

Helbestvan: LEYLA REŞO

Şemala nar û nûr tu yî

Narîna xemrevîn  tu yî

Sîratel musteqîm tu yî

Ya îlahî  heyran im  ez

Sosina  li  baxan    tu yî

Zirbeybûna deştan tu yî

Şilava   Zemzemê   tu yî

Ya îlahî   xerîb  im    ez

Kevana  asîman  tu yî

Keskesora rengîn tu yî

Bûka baranê her tu yî

Ya îlahî şexîf im  ez

Destana Ferhadî tu yî

Bûka Qesra şirîn  tu yî

Quntara çiyayan tu yî

Ya îlahî mezhûl im  ez

Aska bejinzirav tu yî

Çavxezala kenok tu yî

Nêrgiza beyaran tu yî

Ya îlahî mecrûh im ez

Pirtûka pîroz her tu yî

Şalyar û Marîfet tu yî

Mizgeft û laleş her tu yî

Ya îlahî mirîd  im  ez

YA ÎLAHÎ SE ENSEHIB ....

 

XELAT