Bîranînên te
Helbestvan: Mihemed Hemkoçer
Bîranînên te
ketin helbestên min
Û min çap nekirin
Bûn hevdeyên deziyê birîna min
Û min kêlî venekirin
Li canê min derketin derne û kunêr û heb
Û min der nekirin
Li gewdeyê min bûn koma bêlûkan
Min hilnekirin
Bi min de
Vedan
Vegirtin
Ez hilînam
Ez xişpişî kirim
Bîranînên te
Bi min
Çi kirin û çi nekirin!
Li ol ayîna te be
Îjdil bêje..
yên min bi te çi kirin?.
********
Di mezîlekî teng de
Di bergeyekî teng de
Di nîrekî pir teng de
Di rewşek pereng de
Ez bi çarlepan
Ber te têm
Û tu jî
Bi kûnxuşkan
Xwe şûn de didî
Ey jînê..
Ma bextê te ev e
Jiyana min?
Çima ez bi pêçiyekê
Naxwazim ji te biqetim
Û tu jî tim min ji xwe dûr dikî?
Nakeve serê min!
Kok nayê aqilan
Ku me hevdu hilgirtiye
Û em nagihînin hev.
XELAT
