MİN RE WEK HÊWÎYANÎ
Helbest: Mehmet Çobanoglu
Kewa min, kevoka min
Tu hezi tu evînî
Dilê min jiyana min
Tu eşqî, diqelînî
Wele bête şa nabim
Delal, tu gula minî
Germahiya dilê min
Xanima mala minî
Wek şekir û hingivan
Zimanê te pir xweş e
Bejn bilindê, ziravê
Rûkena te pir geş e
Were, canê min were
Canê, lêlê mircanê
Sebra dilê min nema
Benda te me vê danê
Germahîya havînê
Min re wek hêvîyanî
Ronahiya çavê min
Tu sitêrka mezinî
Aska min, xezela min
Ev dil te girêdanî
Navdara min, keja min
Bedewa heft gundanî
08.07.2024
Stenbol
XELAT