Her Tişt ji Dûr ve Yeksan Diyar dibe

Her Tişt ji Dûr ve Yeksan Diyar dibe

Helbest: Luqman Mehmûd

 

Saweke dilan dajo nav nepeniyan

Êdî tu kes ne li hêviya tu tiştî ye

madem her tişt pêkhatî ye.

Ez li esmanên reş dinêrim

tenê  mestiya alan dibînim.

Saweke dihêl e  yên mirî

li zurneyên wehmê bidin

da ku mirin ji giraniya erdê  rizgar bibe.

 Eger te xwest biçî Bakur

Dilê xwe di gel xwe de hilnegire.

Bihêle bila erkê xwe di laşê tiştên hilweşîya yî de pêkbîne.

 Û eger te xwest biçî Başûr

Giyanê xwe di gel xwe de hilnegire.

Wî çavgirêdayê bihêle,

berî ku tu hetaheta ji ber çavên wî wenda bibe.

 Lê belê eger te xwest biçî Rojhilat

Xwîna xwe di gel xwe de hilnegire.

Bihêle bila serjêkirî li ser laş bigrî.

 Û eger te xwest biçî Rojava

Laşê xwe di gel xwe de hilnegire

Bihêle bila wek rûbarekî biherike,

ne wek golekê di xefikê de.

 Li vir her tişt bê sûde

tenê pêdagiriya ba nebe.

Û piştî pêkdadanek e demdirêj

nedîtîbûn serdikeve.

 Li vir, temenê daristanê

naye pîvan bi daran.

Li vir, derya mirî ye, keştî kuştî ne.

Li vir, hejarî bezoke ke,

di beze û naghê.

Li vir, mirî bi rêve diçin

bêyî ku piyên wan şopê bi hêlin.

Û li vir, qerbalix sipî ye

tenê hêvîyê dixapîn e.

 

***

Ey hezaran salên bê hêvî.

Ew sûcê kevin yê ku ronî nedît,

heta dawiya tarî yê bi rêve çû.

Bi rêve çû wek yê ku qet mirinê nasnake.

 ***

 Dîwar li her cihî ne.

Û azadî bi têlbendan dorpêçkirî ye.

[ Li vir,

min jiyana xwe

wenda kir]

Ronakî ji dûr ve dibêje

û li ser xewnan dibiruse.

 

***

 Wey li tarîtî ya dilovan

Her dem rûkeşiya zengînîya xwe diparêz e

û her dem tê pesindan  ku giyayî ye.

Evroj, di serdema tirsê de ji bêşerojê

Her tişt ji dûr ve, yeksan diyar dibe.

 

Wergêran ji Erebî: Dilşa Yûsûf

XELAT