WERE SERDANÊ      

WERE SERDANÊ      

Helbest: Hinara Tajdîn

 

Ça zabita zindanê

Penceşêra bedenê,

Tû her ro û her danê

Ware li min serdanê.

Tîrêja dem biharê,

Sûret hebka hinarê,

Çev reş mîna wê  hubrê,

Ya Reb bide min sebrê.

Dêmê nazik esmere,

Sîng sipîye mermere,

Bejn bilindê qemere

Navkêlk zirav kemere.

Ketim ber bay havînê,

Kundê korî şevînê,

Morîya xewna xewînê

Sêfîl, jarê evînê.

Ez xemkêş û istuxwer,

Kasa hubê min vexwer,

Mîna pelkî hatim xwer

Yarê nekir min bawer.

Lîland surra adarê,

Bilbil sitra ser darê,

Nobedarim bêderê

Qerewilê qederê.

Ça zabita zindanê

Penceşêra bedenê,

Tû her ro û her danê

Ware li min serdanê.

 

 Xelat