Sibeha kenê te bi xêr be...
Helbestvan: Ehmed Bavê Alan
Hêvîdar im bibe sibeh
Kenê te dinya be
Dengê kenê te xanimê
Banga minara be
Deng biçe hemû dinyayê
Zingilê Dêra be
Bê sûc û guneh şiyar bin
Bê, êş bê bela be
Xwe bavêjin himêza te
Sibeh bi te şa be
Werin tewafa bejna te
Meşa Kerbela be
.....
XELAT