ÇİYAYÊ SÎPANÊ XELATÊ

ÇİYAYÊ SÎPANÊ XELATÊ

Helbest: Mehmet Çobanoglu

Diya min e delal, lê jina mêrxas

Welat dilê min de derd e, keser e

Rojan e, mîna Erez lemeleme

Kul dike min bikuje, wusa here

Diya min, hewldana me, cehda me

Şev de destpêkdike heta rojhelatê

Ji zozanên Qers'ê, ji deşta Muş'ê

Fîxan ket di nav Sîpanê Xelatê

Diya min, ez wek derdê bêdawî me

Ma kesek wek min bê ax bê war heye

Ez ji bo kîjan rewşa xwe bigirim

Diya min, berxwedan li min re maye

Diya min, lê diya min e belengaz

Min qet rojên şêrîn û ronak nedît

Xwezî xerîbî, cihêtî nebûya

Ez westiyam, min gelek tengasî dît

Diya min, sê pirsgirêkên min hene

Xerîbî, feqîrî yek jî mirin e

Azadî li ku ma, welat li ku ye

Dayê tûnebûn, ji min re mirin e

Heywax dayê, lê ez qurban ka welat

Ez war û welat, gundê xwe dixwazim

Ma jiyanek bi vî rengî heye?

Ez rûmetdarim! Axa me dixwazim

Dayê ez qurban, ez bimirim dayê

Bila agirê azadiyê geş be

Tava wan zalim û hovan vemire

Li ser axa me gul şîn, jiyan geş be

Diya min, lê ronahiya çavê min

Ez bi me Kurd'an re hêvî dixwazim

Gumena min nema, li van mirdaran

Ez êdî sibeyên rind û xweş dixwazxweş

 

20.08.2024

Stenbol

Wêne jêgirtin

XELAT