Jina Kurd!
Helbestvan: Shahîn Bekir Soreklî
Ji min mepê te bikim egîda Kurdan
Tu pirr ji egîdbûnê mezintir î
Tu çelenga malbatan î
Xemla jiyana neteweyan î
Perwerdekara nifşan î
Rêbera serkevtina keç û lawan î
Tu evîn î
Day î
Jîn bi xwe yî
Tu hebûna me yî
Lewma min tu wek “egîd” bi nav nekirî
Û egîdên me bêyî dawî ne!
Wê gotina “şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e” li şûnê bihêle
Gotineke duh û pêr e
Tu nema koleya peyan î
Tu di nav me de êdî bi şan î
Civat bi rola jinê û ya mêr e
Ne hevkar bin civat bêxêr e.
Xwe bi astên bilindtir gihîne
Tovên hezkirinê di nav me de biçîne
Bibe ronahî bo nifşên siberojê
Bi xwe bawer be serbilind bimîne.
(03.2021)
XELAT