Civîna destpêkê ya Projeya Sekoya Kurmancî

Civîna destpêkê ya Projeya Sekoya Kurmancî

Berpirsê mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rêzdar kak Stran Abdulla 24 meha gulanê 2023 li gel birêz zimanzan û rojnamevan Hozan Efrînî derbarê projeyeke girîng a zeraveya Kurmancî ji bo dewlemendkirina çand û ferhenga kurdî-kurmancî ku hemû kurdên me yên kurmanc li her deverên Kurdistan û cîhanê li xwe digre guftugo kirin.

Ev projeya ji bo vejandina zeravaya kurmancî û girîngî pêdana wê ji aliyê çand û ferhengê ve ku bi awayekî pir çalak ku hemû rewşenbîr û  nivîskaran li xwe bigre taku cîhan jî li rewşa kûltura me ji nêzîk ve aşne û nas bike.

Tê wê wateyê ku ev projeya ya çandî û ferhengî û rewşenbîrî ye ku wê bibe dengê hemû kesên xwedî zeraveya kurmancî li Kurdistan û li cîhanê.

Têbînî: Komîteya amadekarî li ser vê projeyê di kar û xebatên xwe de dirêjpêder e tako bighêje encamnameya dawî, piştre wê encamê karê her civîneke xwe ji xwendevan û şopênerên zeraveya kurmancî re biweşîne.