DIL BIRÎN E
Helbestvan: Karîna Osêyan
Xwedê li me were rehmê
Dergehê xêrê li gel veke
Ji derdan re tu dermanî
Bîrîndaran re, tu hekîmî
Ev çend roje ji derdê welat
Xew nakeve herdû çavan
Dilê min dike nalîn
Ev dil ji bo welat birîne
Kêra bêjim derdê xwe?
Hewara xwe kêra daxim?
Li vir ez gelek dicemidim
Destû lingên me, diqefilîn
Ronahî li vê derê vemirî
Ken li van deran mirî
Di nav bask û milên xwe
Felek me dibe li warê xwe
Xwedê li me were rehmê
Bi rehma te ez bi hêvî me
Ruh û bedena min nalîne
Ev dil ji bo welat birîn e.
13ê Sibatê
XELAT
