BÊ OL Û BÊ QEDEXE

BÊ OL Û BÊ QEDEXE

Helbestvan: Suphîye Bulut

 

 BÊ OL Û BÊ QEDEXE

Lolo lawiko

Qemero xwîn şêrîno

Min xwest te hembêz bikim

Li xopana Mêrdînê

Ji hev hez bikin

Bi rengê evîna Mem û Zînê

Bigerin li kolanên pêlikan

Lê ji nişka ve hat bîra min

Em li hev qedexe ne

Ez misilman û tu file yî

Keşîş û mele dibêjin

Tune ye li evîna we tu destûr

Min go dilo de ka were

Bide min destê xwe

Em herin ji hêlîna xwe re

Bigerin li cîh û warekî

Bê ol û bê qedexe

 

XELAT