Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê destpê kir

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê destpê kir

3emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi dirûşma “Dinya bi Çîrokan re tê ba hev” di navbera 7-14’ê Kanûnê de bi pêşandana 84 fîlman, dest pê kir.

 Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî vekirina festîvalê bûn.

Festîval li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê ku gelek sînemahezan tijî kiribûn, bi pêşangeha fîlma Rê-Yol ve hat vekirin. Pêşangeh ji fîlma Rê-Yol ya Yilmaz Guney ku 16 hunermendan ji bo wê berheman amade kirine, îlhamek e. Hevşaredar û sînemahez li pêşangeha Rê-Yol geriyan.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn ji bo axaftinên destpêkê bikin derketin ser dikê û silav li temaşevanan kirin.

Xelat