HESEN ŞERÎF - TENÎRVAN
Hunermendê mezin û hest nazik (HESEN ŞERÎF) kilîpek nû tomar kiriye bi dengê xwe yê xweş û zelal distrê bi navê (TENÎRVAN).... ji Text û Muzik: Ahmad Ibrahim, Arrangement: Renas kurdax, Intro : Veysel Aslan, Tone Master: Mehdi Nori, Mix û Mastering: Mohamed Zaki, Saz : Mizgîn Ayaz, Zurna u Duzele : Silêman, Bass : Bilal kalaycı, Guitar : Salahaddin Güzelel, SPSR: SAFA SHERWANI
Rêveber û Serkar : Nuşad Kêsteyî
Hesen Şerîf ev kilîp li Gundê Hirorê ya ser bi navçeya ZAXO tomar kiriye .
Awaz:
Tenîrvana Zendik Nerim
Ldurên Tenîra Te Digerm
Kanê Ew Eşiq û Evîna
Wekî Nana Te Ya Gerim
Çavê Min Li Hatina Tebû
Tenîrate Duykêl Nebû
Tenîrvan Hatine Tenîra
Ma Nanê Te Xilas Nebû
Çav Kure Bûn Ji Bu Dîtina Te
Dil Agirê Tenîra Te
Were Da Nanî Bixwazim
Bi Heceta Dîdarate
Dil Kuçerê Te Penîrê
Dê Were Zendik Hevîrê
Were Bi Agirê Dilê Min
Hilke Agirê Tenîrê
XELAT
