Helîm Yûsiv: Du roj li Berlînê
Li bajarê Berlînê yê Almanyayê rojên 22-23/11/2025, Yekmal bi hevkariya pirtûkxana Kubusser Tor rojên wêjeya kurdî birêvebirin.
Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv derbarê wê civatê de li ser rûpela xwe ya tora civakî weha nivîsiye:
" Şemiyê 22.11.2025, Yekmal bi hevkariya pirtûkxana Kubusser Tor rojên wêjeya kurdî birêvebirin,axavtin bi zimanê kurdî û almanî li ser çapa almanî ya romana min a nû bû (Liebe im Schatten der dunklen Flaggen). Kêfxweş bûm ku bi beşdariyeke mezin û bi germayî civat birêveçû. Li pey min nivîskarê kurd Bextiyar Elî li ser berhemên xwe axivî.
Yekşemê 23.11.2025, demjimêr 16.00 li aliyekî din ê Berlînêli aliyekî din ê Berlînê, axavtin bi zimanê erebî bû û mijar romana mina ku nû bi zimanê erebî derketibû. "Jînenîgariya kesekî di nav mayînan de dimeşe"
Birêvebera çalakiyê Dr.Mîdya Şêxa bû.
Gelek spas ji bo birêveberên herdu civatan, herwisa ji bo hemû kesên hazir bûn.
Berlîn wan herdu rojan li derve di nav serma û seqemeke hişk de bû, lê li hundir di herdu rojan de axavtinên germ lidarbûn.


Xelat
