Hesen Şerîf kilîpek nû weşandiye

Hunermendê navdarê kurd Hesen Şerîf kilîpek nû bi navnîşana -Îsê Dela weşandiye...

Peyv : Edîb Çelkî

Awaz û Stirîn : Hesen Şerif

Studio û Arrangment : Harûn Elkî

Mix Û Mastering : Harûn Elkî

Directed By : Kamiran Betasî

 

Îsê Dela

 

Şaristanî li Amêdîyê Sultan Husên bingeh danan

Ava kirin minare û burc, xandingeh û pir û eywan

Xemilandin Akrê û Zaxo, di gel Duhoka Dasinyan

Hemîdî bi şi'rên kurdî, Îsê Dela pend û îrfan

 

Îsê Dela, baxçê gula

Mêvanê nav hemû dila

 

Behdînan dîrok dêrînê

Mîrgeh li 13 ê zayînê

Amêdyê warê Mîdîyan

Quba zankoya zanînê

***

Erizê û Bamernê û Çelkî

Sê kelhên Metînî û Lînkî

Parêzvanên paytextî bûn

Herdu Sipne ta Sersinkî

 

´´´´´´´´´´´´´´´´ ´´´´´´

Îsê Dela, baxçê gula

Mêvanê nav hemû dila

Wezîrê mîrê Behdînan

Taca serê tev aqila

 

´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´

 

Hostayê aş û pira bû

Bo mîr Behram wek bira bû

Ji Delava jêrya Gêrgaş

Li mala şêxê çira bû

***

Sê cih Îsê spartin mîrî

Bûn hêzek xurta leşkirî

Deştazê ye û Berêgarê

Nihêlê kanya hunerî

 

´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´

Ji xew rabû li Swîlavê

Dît xencera li hindavê

Mîr got çi bû, got mîrim çû

Îsê bar kir her wê gavê

***

Îsê dûr keft xwe cuda kir

Li dor Zaxo xwe winda kir

Mîr bi jîrî li pey gerya    

Gîskê Îsê Îs peyda kir

 

´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´´

Li serê dîwana mîrî

Hebû bagurdanek zêrrî

Mîrî got ma tiştek heye

Çêtirbît ji vî gewherî 

***

Îsê got: Tavyek Baranê

Li nav Nîsanê û Gulanê

Ji wî gewherî çêtir e

Bihêt li deşta Dubanê

Bibarît li Kurdistanê

Xelat