Di 100 Salî de 100 Berhemên Bijarte yên Kurdî

Di 100 Salî de 100 Berhemên Bijarte yên Kurdî

Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv li ser rûpela xwe ya li torên civakî ragihandiye ku, mala kurdan li Swêsrayê bi piştgirîya Şaredarîya Lozanê, di sedsalîya peymana Lozanê ev proje birêvebir. Bi rêya pisporan, di 10 kategorîyan de, 100 berhem hatin bijartin.

Her weha di lînka li xwarê de vidyoya, 22 berhemên wêjeya kurdî, ku romana Helîm Yûsiv (Sobarto) jî yek ji wane, di kategoriya wêjeyê de hatine hilbijartin.

Ji bo dîtina wan berheman vê lînkê bitikîne…

Kurteya jûriyê û pêvajoya hilbijartina 100 berheman

“Çanda Kurdî: Di 100 salî de 100 berhemên kurdî yên navdar” Projeya di çarçoveya Çalakiyên Bîranîna Peymana Lozanê de

Ji endam û dilxwazên Komeleya MALA KURDAN ya li Swîsreyê, deh kesan komîteyek damezrand û dest bi xebatan kirin.

Nivîsar û tabloyeke bi sê zimanan hat amadekirin û ji kesayetên pispor û zana re hat şandin.

Ji bo yên bixwazin pêşnîyazan bikin, li ser malpera înternetê (https://malakurdan.org/) û rûpelên medyaya civakî bi sê zimanan broşur hatin weşandin.

Zana û pisporên bersiv dan û berhem pêşnîyaz kirin, bi awayekî xwezayî bûn jûrîya hilbijêr.Ji bo dîyarkirina berhemên herî baş ên di kategorîya muzîkê de muzîkjenên navdar, di beşa edebîyatê de nivîskar, akademîsyen û mamostayên Kurdolojîyê, di kategorîya hunerên dîtbarî de wênesaz û hunermendan û her wiha di her kategorîyê de kesayetên têkildar, raya xwe gotin, berhem pêşnîyaz kirin.

Bi giştî derdora 400 berhemê hat pêşnîyazkirin. Komîteya amadekar ji van berheman 100 berhem hilbijart û ji gelek kesên derveyê komîteyê re şand, fikra wan girt.

Cîyê şanazîyê ye, Kurdan di sed salên dawî de, di her warî de bi sedan berhem afirandine û pêşkêşî çanda mirovahîyê kirine. Helbet hilbijartina sed berhemî ji nav hezaran, karekî gelek zehmet bû û pirên berheman ji hev hêjatir in. Em spasdarê hemû kedkarên Kurdî ne.

 Lîsteya 100 berhemên kurdî

XELAT