Ciwan Ebdo kurtefilmekê li ser Efrîn û koçberiyê çêdike

Ciwan Ebdo kurtefilmekê li ser Efrîn û koçberiyê çêdike

Derhênerê Kurd yê xelkê Efrînê (Ciwan Ebdo) kurtefilmekê li ser Efrînê û koçberiyê li başûrê Kurdistanê çêdike.

Xortê kurd (Ciwan Ebdo) dibêje ku jiber xwazaya devera Çomanê ya başûrê Kurdistanê wek ya herêma Efrînê ye jiber wê ew dever hilbijartiye ji bo kurte filîma xwe ya derbarê koçberiya Efrînê bikşîne, her weha diyar jî dike ku, lîstîkvanê filîmê jî xelkê başûrê Kurdistanê ne.

Ciwan Ebdo da zanîn ku ew xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û di temenê 16-17 saliya xwe de li bajarê Helebê dema destpêka aloziyan li wî bajarî de kurtefîlmek çêkiriye û ew yekemîn ezmûna wî bûye di warê filîmsaziyê de.

Ciwan Ebdo niha li welatê Almanyayê dijî û bi gotina wî heta niha derhêneriya 3 filîman kiriye û hemû jî li ser rewşa Kurdan e û gelek xelat wergirtine.

 

XELAT