Pirtûka `Li Zîndana Amedê Kevokan Hêlînên xweTerk kir` hat nasandin
Roja duşemê 16/6/2025 li bajarê Kölnê ya Almanyayê, di civîngehê komelgeha Mentor Cologne (Malbat) de, nivîskarê kurd Îbrahim Göröz pirtûka xwe ya bi navê "Li Zîndana Amedê Kevokan Hêlînên xweTerk kir" bi nîşan da.
Îbrahim Göröz ciwanekî kurd bû. Di sala 1980'an de dema ku ew tenê 19 salî bû, hat girtin. Di zîndana Amedê de zêdetir ji 15 salan di girtîgehê de maye. Di vê demê de ew li zîndana Amedê berî zext û şikencên giran ditin. Îbrahim Göröz wan şikencan û zulumên ku li zîndana Amedê hatine kirin, di pirtûkekê de bi navê "Li Zîndana Amedê Kevokan Hêlînen xwe Terk Kirin" tomar kirîye U dide nîşandan
Ev bername helbestvana Kurd Simav Efrînî wek Moderator Bi rêva bir û Îbrahim Göröz, Mehmêt Tanrıverdi û Xıdır Usê xebatên xwe û dîtinên xwe li ser pirtûkê bi xwendekaran re parve kirin. Di vê civînê de ku gelek rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên kurd jî beşdar bûn, hunermendê kurd Hozan Cane jî ji bo beşdarên civînê stranekê xwe bi navê "Yan Mirin Yan Diyarbekir" got.





Xelat
