Pirtûka Firat Cewerî ya nû `MIN ÇÎROKA XWE GOT` derket

Pirtûka Firat Cewerî ya nû `MIN ÇÎROKA XWE GOT` derket

Kitêba Firat Cewerî ku ji hemû çîrokên wî pêk tên bi navê MIN ÇÎROKA XWE GOT ji Weşanên AVESTA derketiye. Firat Cewerî ev çîrok di navbera salên 1980-1995 nivîsandine.

AVESTA di pêşgotina kitêbê de bi kurtî weha dinivîse:                                          

Firat Cewerî bi helbestê dest bi nivîsê kir, paşê derbasî çîrokê bû û niha jî di cîhana romanê de asê maye. Ev kitêba di destê we de ji hersê kitêbên wî ên çîrokan pêk tê. Kitêba pêşî ya bi navê Girtî di sala 1986an de li Swêdê derket. Lê çîrokên di Girtî de ji sala 1980 heta çapa wê di kovar û rojnameyên kurdî ên seranserî dinyayê de hatibûn weşandin. Kitêba duduyan Kevoka spî ye. Kevoka spî di sala 1992an de mîna kitêb hate weşandin. Kitêba sisiyan jî Romanseke çilmisî ye. Romanseke çilmisî di sala 2002an de derket. Hersê kitêban ji Weşanên NÛDEM û AVESTAyê li ser hev sê-çar çap kirine. Îsal 45saliya nivîskariya Firat Cewerî û 30saliya AVESTA ye û çîroka dawî ya vê kitêbê berî bi 30 salî hatiye nivîsandin, loma me maqûl dît ku em hersê kitêban bigihînin hev û mîna kitêbekê pêşkêşî we bikin.

Hin ji van çîrokan di antolojiyên gelek zimanan de hatine weşandin, hin bûne fîlm, çîroka bi navê GIRTIYÊ ŞEVA REŞ jî li Swêdê, bi swêdî, li şanoya qiraliyetê wek piyes derketiye ser dikê.

Li berga pişt jî ev gotinên ji çapemeniyê hatine bicihkirin.

“Her kes nikare mîna Firat Cewerî bi bêhneke dirêj hunera kurteçîrokê bi kar bîne.”

Der Kleine Bund, 1996 (Rojnameya almanî)

“Firat Cewerî li ser detayên hûr radiweste, fikrên kûr di wan de dibîne û tîne ber çavan. Ez bawer dikim ew ê bibe hostayê pexşanê.”

Emerîkê Serdar, Rya Teze, 1993 (Ermenîstan)

“Firat Cewerî bi gelek teknîkên berê ji edebiyata kurdî re nenas tê meydana hunera vegotina çîrokan.” 

Ferhad Pîrbal, kovara Esmer

Em çîroka pêşî ya bi navê BOYAXKERÊ SOLAN ku Firat Cewerî berî bi 45 salan nivîsandiye, bi destûra Firat Cewerî bi we re par ve dikin.

Xelat