Wêjeya Kurdî sînor derbas kirine

Wêjeya Kurdî sînor derbas kirine

Romanên Nivîskarê Kurd Firat Cewerî gihîştin Brezîlyayê  û lehengên romanên wî bi portekîzî dipeyivin.

Nivîskar û romannivîsê Kurd yê navdar Firat Cewerî radighîne ku, `Wêje ji siyasetê demokratîktir e; ew sînoran derbas dike`.

Firat Cewerî li ser rûpela xwe ya toren civakî weha nivîsiye:

"Edebiyata me sînoran gav dike, êş û azarên me, kêfxweşî û dilşahiyên me digihîne dinyayê.

Ez bi xwe neçûme Brezîlyayê, lê du romanên min, bi alîkarî û wergera Adriane Rangelê gihiştine wir.

Lehengên romanên min niha bi portekîzî dipeyivin û me dike şirîkên ziman û edebiyata dinyayê."

 

Xelat