Kîteya herî balkêş û bi êş Ji dastana Delêl
Kîteya herî balkêş û bi êş Ji dastana Delêl
(Dewrêşê Evdî) ji dengê Bavê Seleh
Edûlê go: hayêêêêêê
Ji deşta me ya jêrî de rabûye toz û kulxan e
Hinikan digot: Tewla nejdan e
Hinikan digot: Talan e
Hinikan digot: kewran e
Hinikan digot: Qeterê hêştir û keriyê miyan e
Hinikan digot: Şerê Tirk û Gêsan e, li piştê wana dewleta Elî Osman e, dîsa çi bêtar û alexan e, dane ser me Kurdsan e!
Lê anê.. min rakir darê dulbirê, mi sekir çend siwarên me Kurdan e
Siwarê tewrî pîşê Elîkê Mistê ye, piyê li enîşkê vemalane, Remezan î li pîşê dibê xuyan e, bi dilê min xist agirê daran e, kalê heftê salî xwe daye pêşa ewîl û gernasên me Kurdan e, mi zanî şer giran e
Siwarê dudiyê, Kekê Şêx e, tengdarê boke û pêlewanên dewlata Elî Osmane
Siwarê sisiyê Bozan e
Siwarê çarê Silêman e
Siwarê pêncê Se'edonê Biran e
Siwarê şeşê Farisê Mila ye pêlewanekî navgiran e
Siwarê heftê Çîlo yê Ûzelê, birayê heft xûşikan, istêrka xwe tek e li ezman e, bi Dewrêşê min re can bi can e
Siwarê heyştê Girgirê Milî ye
Siwarê nihê Mistê Ferhê ye
Siwarê dihê Eliyê Zênê, kekê Ferxê, Lokê deşta Sirûcê ye
Siwarê yazdan , mi bala xwe dayê Me'emê Temê ye
Siwarê duwanzdan Ûsibê vê şûr û vê qalqan e, nivîserê herb û cengê ye
Lê anê min Delal nedî di nav siwaran de, nebû xuyan e! wê çaxê mirina Delêl min kir înan e
Siwar vegeriyan li mal û li xudiyan e
mi dî li nav konan bû lîliya keç û bûkan e
Xelkê perdên reş ê ji konên xwe hilînane
Perdên kesk û sor û zer bi ser de berdane.
Danhev û Lêkdan/ Mihemed Hemkoçer
Xelat
