Mûzîkjenê mezin ê kurd karê Xelatê pîroz kir
Mûzîkjenê kurd ê naskirî mamoste (Enwer Qeredaxî) serdana Xelata Kurmancan kir û kar û xebatên wê pîroz kir.
Her weha ji aliyê sernûserê Xelatê (Hozan Efrînî) û cîgirê sernûser (Dawud Çîçek) ve bi germî hate pêşwazî kirin û pişt re jî derbarê kar û xebat û rola Xelata Kurmancan ku wek mînbereke azad ji hemû nivîskar û hunermend û rewşenbîr û ronakbîrên kurmanc li Kurdistan û li dervayî Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Her weha mamoste Qeredaxî jî karên stafa Xelatê girîng nirxand û pîroz kir.
Xelat
