Li Ermenistanê konferansek li ser cînosîda Êzdiyan hat lidarxistin

Li Ermenistanê konferansek li ser cînosîda Êzdiyan hat lidarxistin

Roja Duşemê 8/12/2025, li bajarê Yerîvanê ya Ermenistanê bi beşdariya hejmarek lêkolînerên cînosîdê ji welatên cîhanê û nûnerên neteweyên ku rastî cînosîdê hatine destpê kir. Konferansa Nandewletî li nav zanîngeha Yerîvanê ya hikûmetê dest bi xebatê kir.

Di konferansa du rojî de, ku ji hêla Zanîngeha Yerîvanê û Navenda Lêkolînên Mafên Mirovan û cînosîdê ve hatiye organîze kirin, têde hejmarek raport û babat hatin pêşkêş kirin.

Ji Herêma Kurdistanê, Serokê Rêxistina Dostaniya Kurd-Ermenî (Hêmin Mam Reş) bi fermî ji bo konferansê hatiye vexwendin, li ser cînosîda Kurdan bi giştî û bi taybetî cînosîda Êzdiyan li Herêma Kurdistanê ji aliyê rêjîma Baes û rêxistina terorîst a DAIŞê ve gotarek pêşkêş kir.

Xelat/ PUKMEDIA