Ya reb?
Helbest: Hasan Kordede
Ya reb?
Yareb li ber dergahê te dinalim
Wekî kukum di rewşek pir bê halim
Xweş zanî ku wek rondîkek zelalim
Belê te'z dam ji bev û dêk helalim..
Perî rojê di min kir wek wê salê
Jê dûr nebûm ketim xewn û xeyalê
Kal kirim ez bi vî dil ji wîsalê
Nema zanim ku rêk çawa tê malê..
Nema zanim ji gerdûnê veweşînim
Kiryarên çewt ji raman daweşînim
Vê xweşî yê li her der bimeşînim
Kelha zulmê li sirût hilweşînim..
Erê xweda te daye dil ev aramî
Spas xweda ku dûr xistim ji heramî
Çare çî ye bibêjim dêr û camî
Kurmê min çê bûn bira û kur amî..
09/06/2024-Serzorî
Bêçarê Kurd
-----------------------------
Ji bîr nakim?
Ji bîr nakim ez te tew
Çav û dile nakin xew
Dinya bê te tarî ye
Bi min wek vir û derew..
Cejn û şahî çiqas tên
Heger bê te hewqas bên
Mij û dûmane bi min
Jiyan diçe wek ya kew..
Hêlîn li min herimî
Kul di dilda werimî
Xwîna min jê qerimî
Mejî li min kirin dew..
Rêberê min dikin fort
Ew nabînin kêrt û kort
Min taw dikir wan çi got
Fen û fûtan kirim xew..
Berî dijmin xapandim
Wek nêçîra kelandim
Ji xwere hilpifandim
Para min kirin hus tew..
Ziman hîştin bê xudî
Ma ne şerme law gidî
Koletî li xwe xweş dî
Xweşî nema tê we tew..
16/06/2024-Serzorî
------------------------------------
Xewn bû?
Qiyameta min ew bû
Ku dîmena wê min dît
Bi gavekê hat nêzîk
Wek wê li min ew xewn bû..
Gelo çima çûna wê,
Bi min gelek ew tal bû
Zevî bi min hat çandin
Belê ewa derew bû..
Qeda bikev dinya yê
Serê reşik qelewbû
Çi xwestekin lo dilo
Ne yar bi wana kewbû..
Neyar serî kove kir
Bi min ketî wekî hov
Di minde çand gelek tov
Li min dikin çi rewbû..
Bi çêreka pir nexweş
Ketin di nav male ew
Ji serde tev genî bûn
Hina ji min bi rewbû..
15/06/2024-Serzorî
-----------------------------------
Kal bû talbûm?
Ez di malda..
Rewş zelalda..
Nav xeyalda..
Min çû palda..
Bûm wekî kal?
Xew nema tê..
Nav xema tê..
Ketme katê..
Bê felatê..
Bûm yekî lal!
Ez bi mal bûm..
Şîr helal bûm..
Xwîn zelal bûm..
Pir heval bûm..
Kur de çûn sal??
Dibhurîn sal..
Nade mecal..
Bazde ji bal..
Ketme nav çal..
Nîne min hal?
Hal xerabe..
Dil de rabe..
Jîn şebabe..
Dest ji nabe..
Hêsre vemal?!
18/06/2024-Serzorî
XELAT