Yek bidin biryarê?

 Yek bidin biryarê?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

 Yek bidin biryarê?

Em ketin nav girarê

Nema dixun savarê

Dem kete ber êvarê

Wê kî bide biryarê

Destkeft nema hew têtin

Ard û kepek dibêtin

Her kes têr xwe veşêrtin

Yek rêber bin vê carê

Gel tevde ma perîşan

Ma bê nav û bê nîşan

Dest bernedan qilîşan

Dil bi jînê ma sarê

Jîn li ber me gemirî

Volkana me temirî

Dûrî ref tu difirî

Guh bide vê hewarê

Tenha bê ûd û sêrí

Tu ne piling û şêrî

Xwe ji gel veneşêrî

Ta nejît di bê zarê

Nebî dara bê pecal

Wek welatê ku bê al

Sîka nadî lê xeyal

Gur bibe vê beharê

29/12/2024-Kobanî

****************

Ez û tu?

 

Eva ezim ewa tu

Li dû hevin yek û du

Dilek jiyan nake me

Ji derdan re man li dû

 

Kengê bi te bêşim ez

Serî li ser lêşim ez

Xwîn ji dil verêşim ez

Kul û keser dil vepû

 

Ka destê te bide min

Bi min û te yek dijmin

Gava ku çû serê min

Bizan tujî her li dû

 

Bizan wek hev bimirin

Ger bi hişa nekirin

Nikarin tew bifirin

Ber bê ketin weka mû

 

Gava ku çûm tu li pê

Heyfa rondîk ji çav tê

Wek hev diçin nê û mê

Hey wax li serê ku çû

 

Tenha neçe civînê

Hêk dernexe ji kûnê

Dijmin me tev nabînê

Ji kêsêra nebe dû

 

 Ka destê te bide min

Çavan derxin li dijmin

Cîhan li me guhdare

Yek helwest bin hema zû

 

Gava ku em yek dest bin

Dil û can yek helwestin

Emê zûka serbest bin

Guh nedin fûta bi hû

 

27/12/2024-Kobanî

XELAT