Mad û Fad

Mad û Fad

Helbestvan: Pêşeroj Cewherî

 

 

Ez kuştim wan her du çava

Ew çavên kurdî xwemalî

Bixêz û xemla gulperî

Nebûn e wek te delalî

 

Şêrîn û hingiv leba min

Keder û êş û seba min

Xemên evîna te ji dil

Bê te xwe ser neda alî

 

Kedera ji min hîş birin

Jaro nayê ji bîr kirin

Bitîna destê dilbera

Tê de mayînde binalî

 

Ji banê mad û Fadiya

Sipas ji xweda min diya

Dê çibkim ji baxçë gula

Gula min tê de bikalî

 

Nav her du lêvên te bilbil

Lêkin hêlîna xwe bikul

Min nizanî ji vîna te

Ezê têkevim vî halî

 

21 - 7 – 2025

XELAT