Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê xelata 2023 da 2 hunermendan
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)‘ê ragihand ku, ’Xelata Afirandinê ya sala 2023’yan’ ji Sefqan Orkeş û Mehmûd Berazî re hatiye dayîn.
HRRK`ê di kongreya xwe ya 5’emîn de biryar dabû ku her sal ’Xelata xwe ya Afirandinê’ pêşkêşî dahêner û afirênerekî Kurd bike.
Pêştir xelata HRRK’ê ya afirandinê di sala 2018’ê de şêwekarê Kurd (Zuhêr Hesîb) wergirt. Di sala 2019’ê de jî (Reşîd Sofî û Mihemed Elî Şakir) xelat wergirtin. Her wiha di sala 2020’î de (Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat) xelat wergirtin. Di sala 2021’ê de (Konê Reş û Salihê Heydo) xelat wergirtin. Di sala 2022’ê jî xelata HRRK’ê bû para (Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd).
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku mûzîkjen (Mehmûd Berazî û hunermend behremend Sefqan Orkêş) hêjayî xelata afrîneriyê ya 2023`an hatin dîtin.
Mehmûd Berazî Sefqan Orkêş
XELAT