BERÎVANA BÊRİ YÊ

BERÎVANA BÊRİ YÊ

Helbestvan: Mehmet Çobanlglu

 

BERÎVANA BÊRİ YÊ

Lê berîvana bêrî yê

Bi heyranî te dinêrim

Kenên te wek bihar ê ye

Tu bikene ez binêrim

Li kon vedan ber avan e

Tu jî gula zozanê yî

Roj ketîye ser lêvên te

Tu şîrîna warê me yî

Dora me de çem û kanîn

Şivan pez anîn bêrî yê

Vê gavê dem jî nîvro ye

Berîvan were bêrî yê

Wele xweş e bêrîvanî

Dem û zaman hê neborî

Keçê tu zehf rû bedewî

Tu xwediyê mî ya sorî

Lê bêrivan, lê bêrîvan

Tu dilek e xweş xwedî yî

Rûyê te mîna hîvê ye

Berîvana vî gundî yî

 

10.08.2025/ İzmir

XELAT