NAHÊLIM TÛ KES
Helbestvan: Hinara Tajdîn
NAHÊLIM TÛ KES
Tu dîsa mîna xwe li her carê
Ji min xeyîdîy bê îsaf yarê.
Nahêlî fikrên min bi edile,
Hestên dilê min ken bigul, gule.
Sunda Qesemê ne tû qurişe,
Qîmet, dil xedar û dil bi êşe.
Min soz daye te zalimo yarê
Kesî venakim pêsîr, sîng, bere.
Mame ser ewê soza xwe berê,
Bûme dîl, bendê ewê qirarê.
Min rê qutkrye ber hemî kesî,
Tu xema nexwe û qet netirsî.
Nahêlim tû kes çepil dirêşke,
Serê vê sivê gaz, gerden maçke.
Ezê wan bikim axir zemane,
Wan biqelînim dîn û îmane.
**************************
PÊNÛS PÊJBERÎ NEYARA
Min pênûsa xwe hilgirte desta,
Derketim se rê, min kire qesta,
Aqilmend, zana, heval û dosta
Wekî ew bo min bibin mamosta.
Vir û derewa eze silikîm,
Hinav kutî bûm hêrsa kilikîm,
Ça kanîke sar bi lez hirikîm
Aqil winda kir û ez çeliqîm.
Pênûsê bê zar şîn kir dilbirîn,
Hêsir cot çavên zeytûn dibarîn,
Qulingê hêway menzîl dibirrîn
Deng û sewda wan qet ne seqirîn.
Pênûsam herdem ew çav bi şile,
Çavên reş belek bê Sibhan kile,
Diziqitîne birîna dile
Şikestye li wê per, bask û mile.
Pênûs pêjberî li pênc neyara,
Ketye qal, cenga hirçên beyara,
Li nav gerdûnê ew mîna teyra
Distrê azadîya wan dost û yara.
Miraz hasile, rokê bibîne,
Niştîmanêra şa bilorîne,
Sînor û hidûd gişk vekirine
Ala me sê reng bilind kirine.
XELAT
