GULA SERHADÊME
Helbestvan: Hinara Tajdîn
Gulim, gula Serhadê,
Çev reşa Kurdistanê,
Takrahana gêlîme
Rehîşka Şengalême,
Tevî, teyrok, bahozim,
Zang û zinar gebozim,
Pir qewat û pir hêzim
Azadîya gel dixwezim,
Bi derbên êşê naşkêm,
Teyra per narîn baskim,
Pêlên behra dîn harim
Gemîme niqûy nabim,
Barana baharême,
Lêyî şilop, lêmiştim,
Welatim û bê piştim
Perîşan hêsîr hîştim,
Keça şer, egîtame,
Kilê çevê şêrame,
Kilama keçikame
Evîna dilê xortame.
Hinara Tajdîn/ HESTÊN KESIRÎ
XELAT