BEYBÛN
Helbest: Suphîye Bulut
Go hevalê canê
Min pir xwest ez vê biharê
Gurzek beybûn diyarî te bikim
Lê beybûnên li ser axa warê
Azad û şad
Ne beybûnên li bajarên biyanî
Li paş cam û têlan
Tên firotin bê destûra biharê
Ne jê tê bêhna axa war
Ne jî bêhna hest û hezkirinê
Lê de mixabin hevalê canê
Ji ber vê ye
Min ji tere beybûnên melûl
Nekirin diyarî
XELAT