Rewşenbîrî

Rewşenbîrî

Rewşenbîrî

Helbest: Biradostê Mîtanî

Rewşenbîrî ya rojên giran e.
Zanist û pêşketin û raman e xebat ,dilsozî û berxwedan e.
Ne tenê li şahî û seyran e.
Pênûs tiveng e.
Wek şox û şeng e
Lênûs xweş ceng e.
Rûpel bi deng e.
Neyar nehing e
Çandyar lehing e
Ne heme wergirtina xelat
Gotin û biribira bo welat
Pabendî ,xuhdan û bi xebat
Ji bo bindestiyê tê felat.
Nivîsîn tenê ne Behar e.
Carinan sir ,serma û ar e .
Ne ji şervan tenê re bar e
Bo me hemiyan rol û kar e.
Hevriyo ev erk kul û derd e .
Mixabin henekan jê berda .
Paş xwe hiştin mal ,mewdan tev de.
Xwe kirin kurdperwer bi ser de
Baskan vedike mîna firindê baz.
Li dor xwe radike Dû,toz û telaz.
Bajar û xak berdan bi mitir û gaz.
Şoreş dikir diyaredeyek negengaz.
Rewşenbîr ,îro azadî me bire
Me digot ax Kurdistan ka li ku re.
Ne li Berlîn , ne Lundin va li vir e
Hêvî me li gotinên min negire
Ne ji te û min ,ji her kurdekî re .
Sekoya Kurmancî